Nivîskara Îskoç Ali Smith sala 1962’yan li Inverness’ê di malbateke karker de ji dayik bû. Smith’ê li Zanîngeha Aberdeen’ê Ziman û Wêjeya Îngilîzî xwend. Di salên 1985-1990’an de li Newnham College, Cambridge’yê, bi mijara modernîzma Amerîkî û Îrlandî dest bi xebata doktorayê kir bes ew nîvco hişt. Li Edinburgh’ê li Zanîngeha Strathclyde ji bo du salan dersên wêjeya Îngilîz û Amerîkî da ta ku ji ber sedemên tenduristîyê dev ji karê akademîk berde û xwe bi temamî bide karê nivîskarîyê. Smith çîrok, roman û lîstikên şanoyê dinivîse. Di sala 1995’an de yekem pirtûka xwe ya bi navê Free Love and Other Stories ku ji 12 çîrokan pêk dihat da çapkirin. Bi vê pirtûkê Xelata Saltire Pirtûka Yekem a Salê û Xelata Scottish Arts Council wergirt. Smith’ê gelek çîrok, roman û lîstik nivîsîn û bi wan berhemên xwe xelatên girîng ên wek Xelata Encore, Xelata Whitbread a Romana Salê, Xelata Goldsmiths û Xelata Orwell a Pevbestina Polîtîk wergirt. Berhemên wê çar caran jî ji bo Xelata Man Booker wek namzet hatin nîşandan.

Romana Hotel Dinya (Hotel World) qala çîroka pênc jinan dike ku li dorhêla bûyereke mirinê ya trajîk jîyana wan di hotelekê de tûşî hev dibe. Di vê romana Smith’ê de temayên wek homojenî û hîyerarşîya civakî, hişyarbûna zayendî û derbasbûna demê derdikeve pêş. Derbasbûna demê bi navgîn û dîyardeyên cihê di seranserê berhemê de wek problematîka sereke li holê ye. Smith’ê beşên berhema xwe li ser bingeha demên rêzimanî çêkiriye û bi vê yekê jî pergala romanê li ser vê hişmendîya demê saz dibe. Her wisa nivîskar bi şayesandina têkçûna fizîkî û gîyanî ya lehengan, bi zengînî û luksa hotelên Global û bi metaforên têkildarî pereyê balê dikişîne ser nakokîyên serdemî û newekhevîyê. Hotel Dinya mînakeke xurt a romana modernîst e ku tê de şêwaz û afirînerîya zimanî ya nivîskar wek xasyeteke berbiçav reng dide berhemê. Her wiha berhêm wê yên sereke ev in: Free Love and Other Stories (1995), Other Stories and Other Stories (1999), The Whole Story and Other Stories (2003), The First Person and Other Stories (2008), Public Library and Other Stories (2015), Like (1997), Hotel World (2001), The Accidental (2005), Girl Meets Boy (2007), There But For The (2011), How to Be Both (2014), Autumn, (2016), Winter (2017), Spring (2019), Summer (2020), Companion Piece (2022), Amazons (1990), The Seer (2001), Just (2005)

 

Ali Smith

Hotel Dinya, Roman, Cervantes, 2022

ALI SMITH - Yazarın Kitapları

Kapat