SEBRÎ VÛRAL

Di sala 1968’an de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bû. Wî jî weke hemû zarokên welatê xwe li ser axekê çavên xwe vekir ku xencerên devbirek û neynûkê hesûdîyê li ser dilê wê diçêrîyan. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Dêrika Çiyayê Mazî xwend. Di salên 1983 û 1984 an de li bajarê Eskişehirê zanîngeh qezenckir. Sebrî Vûral di temenê xwe yê ciwantîyê de helbestê bala wî kişand û ket pey gotinên efsûnî yên di nava helbestê de. Meraqa wî hîn zêde dibû. Hestên Sebrî Vûral weke kalekî bigopal hêdî hêdî tevradibûn bi daristan û kulîlkên axa birîndar re dilorandin. Di sala 1990’î de bi du rêzikên helbesta Melayê Cizîrî xew lê herimîbû. Ev xew herimandin bû sebeba nasandina helbesta kurdî. Di pey re Feqîyê Teyran, Baba Tahirê Hemedanî, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn nas kiribû. Ew jî ketibû nava deryaya helbestê û bûbû rêwîyê keştîyeke çongfisyayî û melêvantîya hestên birîndar û qêrînên bi şeple ji ser paxila axa welatê xwe didahev, bi vê hewldanê kela dilê wî hêdî hêdî dest bifûrandina helbestê kir. Gelek helbestên wî di kovarên weke Çirûsk, Heftreng, Dilop, Kund û Nûbiharê de hatin weşandin.

SEBRÎ VÛRAL - Yazarın Kitapları

Kapat