MEHWÎ

Navê wî Mela Muhemmed kurê Mela ‘Usmanê Balixî ye. Nasnavê wî Mehwî ye. Wateya wê nemabûn, mehûbûn e. Balix gundek e, li devera Mawetê, li derdora bajarê Silêmanîyê ye. Li ser dîroka jidayîkbûna Mehwî boçûnên ji hev cuda hene. Gelek lêkolîneran li ser vê babetê raman û şîroveyên xwe weşandine. Bi gelemperî dîyar e ku Mehwî di sala 1831’ê mîladî li gundê Balixê hatiye dinyayê. Di heftsalîya xwe de li cem bavê xwe dest bi xwendina xwe a seretayî a ‘ilmê kiriye. Piştî hingê ji bo ku xwendina xwe berdewam bike çûye bajarê Sineyê û Sablaxê (Mehabad) li cem Mela ‘Ebdullahê Pîrebab xwendiye. Piştî hingê vegerîyaye Silêmanîyê û li cem hin melayên navdar ên wê demê xwendina xwe domandiye. Piştî vê, çûye Bexdayê û bûye feqîyê zanayê navdar ê Kurd Muftî Zehawî. Îcazeya melatîya xwe sala 1859’an ji Muftî Zehawî wergirtiye û li Bexdayê, di mizgefta Îmamê ‘Ezem (Ebû Henîfe) de dest bi melatîyê dike û vê xizmeta xwe heta 1862’yan berdewam dike. Piştî hingî dizîvire Silêmanîyê û li vê derê dibe endamê dadgeha Silêmanîyê.


Di sala 1868’an de ji ber sedema wefata bavê xwe dest ji kar û barên dewletê kêşaye. Dîsa dest bi melatîyê kiriye û dest bi dersdana feqîyan kiriye ango di cîyê bavê xwe de dest bi muderistîyê kiriye. Di vê serdemê de çend melayên navdar di medreseya Mehwî de perwerde bûne. Navên hin ji wan melayan ev in: Mela Hesenê Qizilcî, Mela Mehmûdê Meznaweyî, Mela Se’îd Efendîoxlî Kerkûkî, Mela ‘Ezîzê Miftîyê Silêmanî…Mehwî wekî bavê xwe di rêya terîqetê de meşîyaye û bûye xelîfeyê Şêx Behaeddînê kurê Şêx ‘Usmanê Tewêle. Şêx Muhemmedê Xal dibêje Mehwî di gel çend melayên din li Silêmanîyê di sala 1874’an de nefîyî Bexdayê bûye. Lê heta niha kes nizane ku ji ber çi ev nefî pêk hatiye. Piştî hingê dîsa vedigere Silêmanîyê.  Li gorî boçûna ‘Elaeddîn Seccadî, Mehwî di sala 1883’yan de çûye hecê. Piştî pêkanîna erka hecê çûye Stenbolê. Li Stenbolê bi navgînîya maqûl û mezinên Kurdan ve wî Sultan ‘Ebdulhemîdê Duyem ê ‘Usmanî dîtiye. Sultan rêzeke zor lê girtiye û ferman daye ku li Silêmanîyê ji bo wî dergahek bê avakirin. Ew dergaha ku di wê serdemê de ji bo Mehwî hatibû çêkirin, hê jî heye. Mehwî di sala 1906’an de li Silêmanîyê wefat kiriye û diodeyeke dergaha xwe de hatiye definkirin.


Dîwaneke mezin a Mehwî heye. Ji bilî dîwana wî tu berhemên wî nehatiye peydakirin. Dîwana wî bi sê zimanan e; Kurdî, Farisî û ‘Erebî. Helbestên dîwanê piranî bi Kurdîya Soranî ne.

 

MEHWÎ - Yazarın Kitapları

Kapat