Li Salinasa parêzgeha Californiayê ya Emerîkayê, di sala 1902’yan de ji dayîk bû û li newaleke berdar a çandiniyê ya bi qasî 40 kîlomêtroyan dûrî perava Oqyanosa Pasîfîkê mezin bû. Hem ev perav, hem jî ev newal pişt re bûne deverên ku hin baştirîn çîrokên wî yên ku li wan derbas dibin. Piştî li Zankoya Stanfordê xebata li ser wêje û nivîsandinê, li pey hev wekî karker, dermanfiroş, berhevkarê fêkiyan û rêber şuxulî.
Romana wî ya pêşîn bi navê Fîncana Zêrîn (Cup of Gold, 1929) hate weşandin, a ku der barê qorsanekî de ye. Navdartirîn romana wî, Tiriyên Xezebê (The Grapes of Wrath, 1939) behsa serpêhatiya malbateke xizan dike, a ku li dû keda xwe koçî Californiayê dike. Vê romanê Xelata Pulitzerê wergirt. Romanine wî yên din; Rojhilatê Bihuştê (East of Eden), Mişk û Mirov (Of Mice and Men), Şerê Gumandar (In Dubious Battle), Pêncşema Şêrîn (Sweet Thursday), Durr (The Pearl) in. Ji bilî romanan, wî kurteçîrok, senaryo û gername jî nivîsandine.
Steinbeck, di sala 1962’yan de, Xelata Nobelê ya Wêjeyê bi dest ve anî û di sala 1968’an de jiyana xwe ji dest da.
Ev romana wî ya bi navê Mişk û Mirov (Of Mice and Men) ji aliyê gelekan ve wekî baştirîn romana wî tê dîtin û li ser du paleyan e, ku yek ji wan piçekî kêmaqil e û ji bo karekî çewlik bi çewlik digerin.