XELÎL DUHOKÎ

Di sala 1951  ê de, li bajarê Duhokê, li Kurdistana başûr ji dayik bûye. Di sala 1970  ê de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye û ya yekê di sala 1972  ê de, di rojnama Hewkarî de, belav kiriye. Kurteçîrok û vekolînên edebî jî nivîsîne. Di piraniya aheng û fêstîvalan de, helbest pêşkêş kirine û di rojname û kovarên kurdî de, çi li nav Kurdistanê û çi li derveyî Kurdistanê belav kirine. Di sala 1973  ê de, bûye endamê Êketiya Nivîskarên Kurd. Endamê desteka rêvebera (redaksyon) çendîn kovarên kurdî bûye. Ji bo demekê, sernivîskarê kovara Berbangê û çend sala, serokê Komela Nivîskarên Kurd bûye li Swêdê. Endamê Êketiya Nivîskarên Swêdê ye. Endamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ye. Xelatê zêrîn yê edebiyata kurdî, ji Êketiya Nivîskarên Kurd, wergirtiye. 

Sala 1974 ê di radyoya şoreşê de, kar kiriye. Sala 1982  ê ji ber zulim û stema dijminî, dîsan gihiştiye şoreşa kurdî. Lê piştî Enfalên Reş, neçar bûye xwe bigihîne welatê xerîbiyê, swêdê. Sala 2003ê, vegeriya welatî û li wezareta rewşinbîrî Şareza bûye. Lê îsal ji ber hin nexweşiyan, ji neçarî dîsan vegeriya Swêdî.

 

Mem û Zîn ya ku Mela Mehmûdê Bazîdî, wek cîrok, di sala 1856 ê de, nivîsî. Ji tîpên erebî veguhaztiye yên latînî. Weşanxaneya Lîs ê, 2007 Amed. Bi tîpên latînî.

 

Hejarino. Hemû berhem. Helbest. Weşanxanya Lîsê, Diyarbekir 2011. Bi tîpên latînî.

 

XELÎL DUHOKÎ - Yazarın Kitapları

Kapat