DEHAM EBDULFETTAH

Di sala 1942’an de li Amûdê (Gundê Bellê), çavên xwe li ronahîya cîhanê vekirin. Xwendina xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesekê kiriye. Li Zanîngeha Helebê, ji beşa Ziman û Wêjeya Erebî derçûye. Nêzî 25 salan weku mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî karmendî kiriye. Nuha jî destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe ji kar û barên zimanê Kurdî re vala kiriye.Di destpêkê de çalakîyên xwe yên rewşenbîrî bi zimanê Erebî dinivîsîn. Helbest û gotarên xwe di rojname û govarên Erebî de belav dikirin. Sala 1978’an di encama ezmûneke derûnî de li xwe hay bû û ev pirs ji xwe kir: Kesê ku tovê xwe di zevîya xelkê de biçîne, gelo ji bilî poşmanîyê, wê çi biçine?! Wê hingê her tişt di mejîyê wî de hat guhertin. Berê pênûsa wî jî, di babelîska wê ezmûna derûnî de hate guhertin. Nêzî 10 salên peyapey, xwe bi xwendin, danehev û hevberkirina ziman û rêzimana Kurdî westand. Di sala 1988’an de dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir û hêj li ser vê rêbazê berdewam e.

Berhemên Wî Yên Ji Weşanên Lîsê Çapbûyî:

Yarsan An Jî Ehlî Heq, Xebatên Çandî, Amadekar û Werger: Dehham Ebdulfettah, 2017

Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî (Kurmancî), Xebatên Çandî, Amadekar û Werger: Dehham Ebdulfettah, 2018

 

DEHAM EBDULFETTAH - Yazarın Kitapları

Kapat