AMED ÇEKO JÎYAN

Amed Çeko Jiyan (Mehmet Cemal Çelik e) di sala 1980yî de li Misirca Sêrtê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Misircê, dibistana navîn li Sêrtê li Îmam Hatîbê, lîseyê li Misircê, dibistana bilind beşa elektrîkê li Zanîngeha Amedê û li Zanîngeha Elezîzê li Beşa Mamostetiya Karên Metalî xwendiye. Ji ber sedemên cuda zanîngeh kuta nekirin.

Nivîsa wî a pêşî ku wergera gotareke zanistî bû, di fanzîna kurdî ya yekemîn Kulîlkê de hat weşandin. Di sala 2004’an de li Elezîzê serkêşiya derxistina fanzîna bi navê Çirûsk ku bi 4 hejmaran derçû, kir û di wê fanzînê de çîrok û wergerên xwe weşandin.

Di damezrandina Koma PCKurdê de cih girt û di serî de Mozilla Firefox, gelek bernameyên komputerê wergerandin Kurmancî. Di salên 2008 û 2009’an de li rojnameya Azadiya Welat wekî edîtorê rûpela zarokan, edîtorê rûpela hevpeyvînan, edîtorê rûpela wêjeyê û her wisa wekî redaktorê hin rûplan kar kir. Di sala 2009’an de li Hewlêrê li AKNewsê 5 mehan di beşa Kurmancî de xebitî.

Di navbera salên 2011 û 2016’an de li Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê edîtoriya pirtûkên çand û dîrokê û wergêriya materyalên dersên hunerî yên Konservartuara Aram Tîgran kir.

Çîrok, werger û gotarên wî di weşanên wekî Çirûsk, Kulîlk, Kulîlka Ciwan, Kovara W û Azadiya Welat de weşiyane. Bi dehan fablên Ezop ji Îngilîzî wergerandine kurdî û di rojnameya Azadiya Welat û Kovara Peyv de weşandine.

Berhema wî:

Varjabed, Çîrok, Weşanên Lîs, 2010

 

AMED ÇEKO JÎYAN - Yazarın Kitapları

Kapat