QANATÊ KURDO

Akademîsyenê zimanzan, ferhengzan û rêzimanzan. Di sala 1909’an de, li Sûsiza bi ser Qersê ji dayîk bûye. Malbata wî mîna tevahiya kurdên Êzdî, di sala 1918’an de, ji ber şer û tevkujiyên li Bakur, li tixûb xistine, çûne li aliyê din ê Erezê, li Ermenistanê cîwar bûne. Di pey re jî koç kirine, li Tiblîsiya paytexta Gurcistanê bi cî bûnê.

Qanatê Kurdo, ji ber mirina bavê xwe û rewşa malbatê ya têzzahmetiyê, di zarokatiya xwe de dixebite, pêlavên xelkê boyax dike, alîkariya malbatê dike. Reşîdê Osmên ê pismamê wî, wî digire dibe Ermenistanê, lê dinihêre, guh dide ser xwendina wî. Sala 1921’ê, Qanatê Kurdo diçe dibistana Kurdîya ku Hagop Gazaryan ava kiribû, di wir de fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe. Di 1928’an de, bi heşt xwendekarên Kurd re diçe Lenîngradê, di Fakûlteya Zahmetkêşên Rojhilatêde dixwîne, li wir, li ber destên rojhilathasên naskirî, Frêmen û Orbêlî perwerde dibe. Di wê demê de, dest bi nivisîna berhemên zanistî yên li ser zimanê Kurdî dike. Di sala 1934’an de, li Yêrêvana paytextê Ermenistana YKSS’yê beşdarî Yekemîn Konferansa Kurdnasiyê dibe. Piştî kutakirina xwendinê li Lenîngradê xwendina doktorayê dike, di sala 1941’e de, bawernameye doktoraya zimanzaniyê (Ph.D)  werdigere. Di heyna Şerê Cîhanê ye Duyemîn de di navbera 1943 û 1945’an de, wekî efserê topvan di artêşa Sovyetê li dijî Alemanyaya Naz”i şer dike. Piştî kutabûna şer, Qanate Kurdo vedigere ser karîn xwe yên zanistî. Di 1968’an de, doktoraya zanistyê zimanzaniyê ya D.S.C’ye werdigere. Piştî mirina Orbêliyê rojhilatnasê navdar, Kurdo dibe serokê Beşa Kurdî ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Dewletê ya li Lenîngradê, bingehên kurdnasiyê datîn û fireh dike.

Qanate Kurdo nivîskarê birrek pirtûk bendên zanistî yên çapbûyî û çapnebûyî ye ku pirraniye wan bi Rûsî hatine nivîsandin. Kurdo bi van xebetên xwe ve li gel Celadet Elî Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Emîn Zekî Eladîn Secadî, Gîwî Mukriyanî, Şukir Mistefa, Emînê Evdal, Heciyê Cindî, Ordixanê Celîl, Celîlê Celîl û gelek gewereyên din, yek ji wan kesan e ku mohra xwe li sedsala 20.a Kurdan xistine.

Qanatê Kurdo, heta rojo mirinê heta 31.10.1985’an, heyîna Kurdan a çandî destnîşan kir, peyda kir, dewlemend kir û bi karê yê akademîsyeniyê li pey xwe gele pisporên hêja hişt.

QANATÊ KURDO - Yazarın Kitapları

Kapat