RONÎ STÊRK

Ronî Stêrk, ji Qosera Mêrdînê ji Xursê ye. Zaroktîya Ronî Stêrk li Edenê derbas dibe. Ji ber sedemên sîyasî neçar dimîne û derdikeve havîbûnê û li Almanyayê, li bajarê Bremenê bi cih dibe. Li zanîngeha Carl Von Ossietzkie Universität Oldenburgê ew xwendina xwe ya bilind (Bachelore û Masterê) diqedîne û dibe zanyarê șêwirmendî û perwerdeyê.

Di sala 2014an de Ronî Stêrk dibe mamosteyê fermî li Bremenê û di xwendegeha sereke de waneyên zimanê Kurdî yê dayikê dide zarokên Kurd. Her wiha ew ji sala 2017an de li zanîngeha Oldenbûrgê jî bi awayekî fermî dibe doçentê zimanê Kurdî û serpereştîya 2 modûlan bo xwendekarên zanînigehê dike.

 Ronî Stêrk endamê PENa Kurd û PENa Navnetewî ye û di Rêverîya Giştî ya PENê de jî di komîsyona sekreterîyê de cih digire.

Her wiha ew di rêveberîya Yekitîya Mamosteyên

Kurd Li Ewropa (YMK) de cîgirê serok e. 

Pirtûka wî ya helbestan bi navê “Seranada Êşên Tazî” di sala 2017an de li Berlinê der çû.

“Ma Tiştek Bi Serê Şengalê Hatiye?” berhema wî ya duyemîn e.

RONÎ STÊRK - Yazarın Kitapları

Kapat