BONÎYE-SUAD CEGERXWÎN

Di sala 1946’an de li gundê Topiz ê bi ser bajarê Amûdê ve ji dayik bû. Li bajarê Qamişloyê di nava atmosfereke Kurdî û siyasî, di pergaleke tev azarî û ne xweş de mezin bû. Heta xwendina navîn jîyana wê bi zehmetî derbas bûye. Di sala 1959’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Li Bexdayê sê salan li gel bavê xwe Cegerxwîn dijî. Xwendina navîn li wir diqedîne. Di sala 1962’yan de vedigere Qamişloyê û dîsa dikevin rewşeke ne xweş: Girtin, sirgûn û bêkarî... 25 salan mamostetîyê dike. Di wê demê de dikeve nava tevgera Kurdî, bi coş û beste çend salan bi jinan re kar dike. Li Şamê zimanê Rûsî dixwîne. Di dawîya sala 1982’yan de,  ew û çar zarokên xwe, koçî Swêdê dike. Li Swêdê bi qasî salekê zimanê Swêdî dixwîne. Xebatên hêja di derbarê jin û zarokan de dike. Li Gelek Komeleyên Jinan kar û xebatên hêja dike. Gotar û helbestên wê di gelek malperên Kurdî de belav dibin, wekî malpera Gemya Kurda, Welatê Me û hinên din. Di Pênûsa Nû de bi her du zimanan, bi Kurdî û Erebî dinivîse. Berî bi çend salan pirtûkeke wê ya stranên zarokan a bi navê Baxçê Gula çap bûye.

Berhemên Wê

Banga Cegerxwîn Ji Gorê, Helbest, Weşanên Lîsê-2016

Omîdên Wendayî, Helbest, Weşanên Lîsê-2019

BONÎYE-SUAD CEGERXWÎN - Yazarın Kitapları

Kapat