LAL LALEŞ

Helbestkar, wergêr û edîtor. Di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Lal Laleş Beşa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê kuta kir. Di navbera salên 1993-2006’an de di komên şanoyê yên serbixwe yên her wekî Tiyatro Anadolu, İmgesel Düşler û Teatre Orientê de wekî dramatûrg, rejîsor û rêveberê hunerê xebitî. Helbestên xwe yên bi zaravaya Kurmancî ya Kurdî hatî nivîsîn di pirtûka xwe ya bi navê Berbejna Rê de berhev kir, a ku di sala 2003’yan de hate weşandin. Laleşê ku di beşeke zore ji berhemên xwe de cî ji nîgar û referansên dîrokî û mîtolojîk re terxan dike, li Tirkîyeyê û li welatên curecur ên Ewrûpayê, pirranîya wan der barê helbesta Kurdî ya nûjen, wêjeya Kurdî û weşangerîya Kurdî de, belavok pêşkêş kirin û beşdarî panel û konferansan bû. Lal Laleş ji 2004’an û vir ve li Amedê bi gerînendetîya giştî ya weşanê ya Weşanên Lîsê berdewam e. Beşdarî amadekirina bo weşanê ya gelek rêzên pirtûkan ên weşanxaneyê bû, Mohrên Mor, Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û ta dawîyê. Helbestên wî di weşanên vedorî yên curecure de bo Tirkî, ‘Erebî, Swêdî û Îngilîzî hatin wergerandin.

Berhemên wî:

Helbest:
Berbejna Rê, Weşanên Belkî, 2003 (çapa duyem, Weşanên Lîs, 2014)
Deqên Qesas, Weşanên Lîs, 2009 (çapa duyem, 2016)
Matmayînên Ronyayê, Weşanên Lîs, 2011 (çapa duyem, 2016)

Werger:
Barûdî, Küçük İskender, Helbestên Bijartî, Weşanên Piya, 2003
Gul e Rojhilata Rûyê Te / Yüzünün Doğusu Gül, Ahmet Telli, Helbestên Bijartî, Weşanên Lîs, 2005
Bêbaran / Yağmursuz, A. Hicri İzgören, Helbestên Bijartî, li gel Yaqob Tilermenî, Weşanên Lîs, 2005
Efsirî / Üşüyen, Sema Kaygusuz, Weşanên Lîs, 2007
Balgîfa Mar / Yılan Yastığı, Murathan Mungan, Helbestên Bijartî, li gel Îrfan Amîda, Weşanên Lîs, 2007
Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, Helbestên Bijartî, li gel Kawa Nemir, Weşanên Lîs, 2007
Mirin Di Xewê De Bû – Bêpar, Cuma Boynukara, Şanoname, li gel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işık, Weşanên Lîs, 2010
Ayetên Li Can Nivîsandî, Yavuz Ekinci, Roman, Weşanên Doğan Kitap, 2011

 

LAL LALEŞ - Yazarın Kitapları

Kapat