Di sala 1954’an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Helbestên wî yekem car di kovara Tîrêjê de hatine belavkirin. Heta niha helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên bi Kurdî yên bi navên Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Peyv û Nûbiharê de belav bûne. Di sala 1998-99’an de di pêşbirkên helbestan ên ji alîyê Komeleya Malbatên Girtîyan û Hukumxwarîyan û ji alîye kovara Jiyana Rewşenê ve amadekirî de bi xelata yekemîn û duyemînîyê ve hatîye xelatkirin. Di sala 1999’an de bi navê Kulîna Kulîlkan yekem kovara înternetê li Bakur amade kiriye. Ev kovar çar hejmaran weşandiye. Helbestên wî di televizyonên Kurdî, radyoya Alman WDR’ê û SBS’ya Awistralyayê de hatine xwendin. Hê jî di kovar û rojnameyên Kurdî de car caran jî di yên Tirkî de nivîskarîya xwe berdewam dike.

 

BERKEN BEREH - Yazarın Kitapları

Kapat