OSMAN SEBRÎ

Helbestkar, Çîroknûs, Sîyasetmedar. Osman Sebrî, di 7.011905’an de li gundê Narînceya Kolika Semsûrê tê dinê. Kurê serokê êla Mirdêsan e. Bavê wî di sala 1945’an diçe ser dilovanîya xwe. ji ber vê yekê ew li ba apê xwe yê ku bûbû serokê êlê, mezin dibe. Piştî Serhildana Şêx Seîd, di sala 1926’an de li gel her du apên xwe, Şukrî û Nûrî tê girtin. Her du apên wî di zindana Dîyarbekirê de tên bidarvekirin; lê ew du salan di zindana bajarê Denîzlîyê de dimîne û piştî efûyeke giştî, di sala 1928’an de tê berdan. Di sala 1929’an de careke din li gel bîst û şeş serokên Kurdan tê girtin û dîsa piştî cezayekî sibik tê berdan. Osman Sebrî ji ber pest û pêkutîyên dewletê di 24.12.1929’an de mecbûr dimîne ku bireve Sûrîyeyê. Li Sûrîyeyê dibe endamê Partîya Xoybûnê û di Kovara Hawarê de li ser mijarên cihêreng helbest, fabl, çîrok, nirxandin, danasîn, gotar û ceribandinan dinivîsîne.  Helbestvan û nivîskarê wêjeya Kurdî Apê Osman Sebrî, di sala 1954’an de elfabeya Kurdî ya latînî diweşîne û hin pirtûkên mîna Bahoz, Derdên Min û Çar Leheng dinivîsîne.  Gelek helbestên wî yên neçapkirî jî hene. Di sala 1957’an de li gel hin welatparêzên Kurd, di xebata damezrandina “Partîya Demokrat a Kurdî li Sûrîyeyê” de cih digire û wekî sekreterê partîyê tê hilbijrtin.  Osman Sebrî di 11.10.1993’an de diçe ser dilovanîya xwe. Gora wî li gundê Berkevirê li Binxetê ye.

Berhemên Wî

Li Goristaneke Amedê, Çîrok, (2007, çapa duyem 2016), Lîs

Hevalê Çak, Pexşan, 2011, Lîs

Şerên Sasûnê, Dîrok, 2016, Lîs

Bîranînên Min, Bîranîn, 2016, Lîs

Çar Leheng, Vegotin, 2016, Lîs

Hatıralarım, Portre, 2021, Lîs

OSMAN SEBRÎ - Yazarın Kitapları

Kapat