MEMO ŞAHİN

Di sala 1959’an de li Sarizê (Qeyserî) hatiye dinê. Piştî xwendina lîseyê, di sala 1976’an de hatiye cem malbata xwe ku li Berlinê wekî karkerên koçber dijiyan. Piştî 18 saliya xwe, li Elmanyayê hînî zimanê Kurdî dibe. Beşa mimariyê xelas kiriye. Paşê di 48 saliya xwe de bû şêwirmendê civakî.

Memo Şahin ji sala 1976’an heya 1995’an di tevgera koçberên Kurd li Elmanyayê bi çalakî cih girt. Ji sala 1980’yî heya 1995’an di rêveberiya KOMKAR’ê de wekî sekreter, cîgirê serok û deh salên dawî jî wekî serok kar û xebat kir. Piştî ku ji KOMKAR’ê veqetiya bi hevalên xwe yên Elman re di heman salê de ji bo çareserkirina pirsa Kurd Dialog-Kreis damezirand.

Bi çend hevalên xwe yên Elman re di sala 1996’an de komeleya xêrxwazî û alîkariyê –Pro Humanitate (Bo Mirovatî)- damezirand.

Di sala 1985’an de ji ber sedemên siyasî pasaport ji destê wî hat girtin û di sala 1992’an de jî ew ji hemwelatiya Tirkiyeyê hat avêtin.

Şahin bi Kurdî, Elmanî û Tirkî dinivîsîne û gelek nivîsên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Ev demeke dirêj e ji bo rojnameya Özgür Politikayê dinivîsîne û ji meha Adara 2012’an pê ve jî, ji her du hefteyan carekê bernameya Nêrînê di Nûçe-TV’yê de pêşkêş dike. Bi Gulê re zewiciye û bavê Rênas û Zana ye.

MEMO ŞAHİN - Yazarın Kitapları

Kapat