EZÎZÊ GERDENZERÎ

Nivîskar û helbestvanê Kurd yê ji Ermenîstanê, doktorê zanyarîyê Ezîzê Îsko Gerdenzerî sala 1945’an li bajarê Tbîlîsê hatiye dinyayê. Zarotî û xortanîya nivîskar li gundê Dêrikê (Cercerîs – Elegez) derbas bûye. Ezîzê Gerdenzerî di sala 1970’î de, Zankoya Bijîjkîyê  ya Yerêvanê, xelas dike. Sala 1978’an, ew ji hêla bijîjkîyê de, dibe doktorê zanyarîyê. Heta sala 1981’ê, li Nexweşxaneya Qezayî ya Çîmkentê(Komara Qzaxîstanê) wekî xîrûrg, doktorê emelîyatê kar dike. Di salên1981-2002’yan de di Înstîtûta Proktologî ya Yêrêvanê de dixebite. Salên 2004-2007’an di Nexweşxaneya Heremî  ya Hillerødê (Keyserîya Denîmark) de kar dike. Ezîzê Îsko Gerdenzerî di çardeh panzdeh salîya xwe de dest bi nivîskarîyê dike. Ji sala 1959-1960’î û vir de, bi naavê Ezîzê Îsko, Ezîzê Emîrî, Ezîzê Nemir, Şalîko Amîryan, gelek helbestên wî di rojnameyên Rîya Teze, Apage Bijîjk û Avangardê de hatine weşandin û di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de hatin xwendin. Sala 1968’an de bûye endmê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê. Berhemên Nivîskar bi zimanê Ermenî, Rûsî, Danîmarkî, Almanî hatine wergerandin û weşandin. Aniha nivîskar li Danîmarkê dijî û karê xwe yê nivîskarîyê berdewam dike. Berhemên Ezîzê Gerdenzerî yê sereke ev in: Kilîta Dil, Daweta Bêdef, Serenada Evînîyê, Bahara Teze, Zarîna Çîyê, Fîncana Ferfûrî, Gelawêj, Bingeh,  Hezkirina Qedexe, Gelawêj(şanoname), Xanê Çengzerîn, Xem û Xiyalên Çîyayê Şingalê, Xîrûrg, Xalitê Nêçirvan, Çil Heyran, Şerê Şikeftan, Teyrê Sîmir, Solên Zêrîn, Ap û Birazî, Zimanê Çîyê. Weşanxaneya  Lîsê wê kulîyata Ezîzê Gerdenzerî çap bike.

Berhema wî ya li Weşanxaneya Lîsê Çapbûyî:

Fîncana Ferfûrî, roman, Lîs, 2015

Wergerên wî:

Jeppeyê Li Serê Çîyê, Ludvig Holberg, Şanoname, Weşanxaneya Lîsê, 2017

EZÎZÊ GERDENZERÎ - Yazarın Kitapları

Kapat