ELÎYÊ EVDILREHMAN

Nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan; helbestkar û wergêr. Di 29’ê Berfanbara sala 1920’î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan,  rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji “Zilma Dîwana Romê” revîya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Elîyê Evdilrehman, di panzdeh salîya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasîyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Elîyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.  Elîyê Evdilrehman, salên berîya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta Rewşenbîrîyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî enîyên şer bû û li hemberî hêzên dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir.  Sala 1955’an, dema ku li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Elîyê Evdilrehman jî beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Elîyê Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir. Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi Kurdî de derçûn.  Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Romana wî ya pêşîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959’an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya duyemîn, Gundê Mêrxasan, di 1968’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya sêyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Elîyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetîyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên Dê, Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne. Elîyê Evdilrehman, di 21’ê Rêbendana 1994’an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.

ELÎYÊ EVDILREHMAN - Yazarın Kitapları

Kapat