FRANZ KAFKA

Franz Kafkayê ku yek ji mezintirîn û kartêkertirîn nivîskarên zimanê Elmanî yên sedsala 20’an e, di 3’yê Tîrmeha sala 1883’yan de li bajarê Pragê, yê k udi wê heyamê de bi ser axa Împaratoriya Awistirya-Macaristanê ve û paytextê Keyseriya Bohemyayê (Königreich Böhmen) bû, wekî kurê malbateke Cihû ya Elmanîaxêf ji dayik bû. Wî di 3’yê Pûşpera sala 1924’an de, li bajarê Kierlingê yê li nêzîkî Viyenayê, ji ber nexweşiya jana zirav, di demen xwe yên dawî de, ji xwarin û vexwarinê ketî, ji birçîna, ji vê cîhanê koça xwe ya dawî kir. Piştî mirina wî, di 11’ê Pûşpera 1924’an de, cenazeyê wî anîn Pragê û ew li wir hate veşartin.

Kafka, nisbet bi temenê xwe yê kurt, li şuna xwe gelek berhem di warên roman û kurteçîrokê de hiştin, ku van berheman hê jî kartêkeke xwe ya mezin hey eli ser xwendevanên wêjeya cîhanê; gelek berhemên wî ji berhemên klasik tene hesibandin. Romanên wî yên wekî Doz (Der Prozsess, 1925), Şato (Das Schloss, 1926), Winda (Der Verschollene, 1927), kurteçîrokên wî yên wekî veguherîn (Die Verwandlung, 1915), Koloniya Wawanê (In der Strafkolonie, 1919) bi kartêka xwe ya mezin ve, din ava wêjeya Elmanî û ya cîhanê de, cihê xwe yê qayîm girtine. Ji ber zimanê berhemên wî, têgeha Kafkaesque derbasî Îngilîzî bûye, di riya Îngilîzî re jî li hemû zimanan belav bûye.

FRANZ KAFKA - Yazarın Kitapları

Kapat