EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ

Helbestkar û nivîskarê navdar ê weltparêz e. Di sala 1890’î de li navçeya Elbaka Wanê hatiye dinyayê. Hem ji alîyê bav û hem ji alîyê dêya xwe ve ji binemalên mezin ên dêrîn ên Hekarîyê ye. Xwendina xwe ya seretayî li Elbakê, a navîn li Wanê û ya bilind jî li Stenbolê di Zanîngeha Teolojîye de temam kiriye. Ebdurehîm Rehmî Hekarî, hem ji binemaleke oldar hatiye, hem jî wî bi xwe xwendina olî dîtiye. Ji ber vê xwendina olî û her weha jîrî û zanyarîya xwe ya takekesî, li Tirkîyeyê bûye teologekî navdar.

E. Rehmî, hem berî dîlîya xwe li Kurdistan û Stenbolê û hem jî di demên dîlîyê de li Ûrisatê xebata nivîskarî û hîndekarîya olî dike. Lêbelê piştî vedigere Stenbolê cîyê xwe di nava kar û xebata Kurdayetîyê digire. Ji destpêkê heta dawîyê di Kovara JÎNê de (1918-1919) dinivîse. Her weha tevî xebata pratîk a polîtîk jî dibe û li gel ronakbîrên navdar ên wê demê yên wekî Emîn Alî Bedirxan, Seyid Evdilqadir Geylanî, Seîdê Kurdî,
Memdûh Selîm Begê, Evdilwahid Berzencî û hwd dibe endamekî karîger ê “Komeleya Pêşketina Kurdistan” û “Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî”.

Ebdurehîm Rehmî Hekarî yê ku xezûrê nivîskar Musa Anter e, di 9’ê Sibata 1958’an de li Stenbolê çûye ber dilovanîya Xwedê û li wê derê hatiye veşartin.

Berhemên wî:

Memê Alan, Şano, Weşanxaneya Lîsê, (Çapa Yekem 2007, Çapa Duyem 2016).

Gazîya Welat, Helbest, Weşanxaneya Lîsê, 2016.

EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ - Yazarın Kitapları

Kapat