HESEN SILÊVANÎ

Di sala 1957’an de, li gundê Tirkija, di danika geliyê Zaxo,  ji dayik bûye. Derçûyê peymangeha teknîkî ya Resasafe ye-Bexda sala 1979. Derçûyê Kulîja Adabê ye -Pişka Edebê Îngilîzî- li Zankoya Duhok, sala 2006. Serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd e li Duhokê ji sala 2001 heta niha.  Xwedanê îmtiyaza Kovara Peyv e, Kovara Yekîtiya Nivîserên Kurd-Duhok. Endamê Civata Parêzgeha Duhokê ye. Bi her du zimanên Kurdî û Erebî, çîrokê, helbestê û kurteromanê dinivîse, her wesa bi karê wergêranê ji Kurdî bo Erebî û berovajî radibe. Di destpêka salên heştêyan de, ji çerxê bîstê dest bi nivîsînê kiriye, li pêşiyê bi zimanê Erebî, lê di sala 1982’an de dest bi nivîsîna Kurdî kiriye.

Berhemen çapkirî bi zimane Kurdî:

Hozanen Sava: Helbest 1993 bi tîpên Latînî Hewlêr

Balulika Şekire: Kurtecîrok 1994 bi tîpên latînî-Weşanxana Abîk-Swêd, Çapa du 2006 ji Weşanên Yekîtiya Nivîserên Kurd-Duhok, bi tîpên Erebî, Çapxaneya Hawar.

Gulistan u Şev: Kurteroman (Di sala 1987’an de nivîsî ye) di sala 1996’an de çapa yekê bi Latînî, di sala 2000’î de, çapa duyem bi tîpên Erebî-Duhok, di sala 2007’an de ji Weşanxana Lîsê li Amedê çapa sêyem derketiye.

Dara û Nisirîn: Çîrokeka perwerdeyî bi hevkarî digel nivîserê hêja Arif Hîto, bo UNICEF.

 

Berhemen çapkirî bi zimane Erebî:

Demî Alezî Seydhek (Xwîna Min ya ku Wê Bikene)-Helbest, 1995-Duhok

Lîlet Alimetir (Şeva Baranê)-Çîrokên wergerê yên kurt, 1997-Duhok

Qesa'ed Min Bîlad Alnercis (Helbest Ji Welatê Nêrgizan), Helbestên wergêrayî, 1999 - Duhok.

Qîses Min Bîlad Alnercis-Terce qisesî ye (Çîrok Ji Welatê Nêrgizan), Komeka çîrokên wergêrayî, 2002, Çapa Du 2005.

Gulistan We Eleyîl, (Gulistan û Şev), Kurteroman, 2010-Duhok.

HESEN SILÊVANÎ - Yazarın Kitapları

Kapat