ÎRFAN AMÎDA

Ji Mêrdînê ye. Li Qesra Qelenderan (gundekî girêdayî navenda Mêrdînê)  hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe qedandiye. Paşê xwendina xwe li Dirbêsiya Serxetê û Qoserê domandiye. Li zanîngeha Dicleyê, Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Mamostetiya Dîrokê û paşê jî Mastera Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Bi hejmara yekem a Rewşenê dest bi nivîsê kiriye. Dîmenên Derizî (2002), Nameyên Nabersivin (2003) derçûne. Niha li Mêrdînê mamostetiyê dike.

Berhemên Wî:
Dîmenên Derizî, helbest, çapa duyem 2016, Weşanên Lîs
Nameyên Nabersivin, helbest, çapa duyem 2016, Weşanên Lîs
Şopa Neşuştî, helbest, çapa yekem 2005, çapa duyem 2016, Weşanên Lîs
Zaremya, helbest, çapa yekem 2009, Weşanên Lîs
Pêşangeha Sûretan, roman, çapa yekem 2011, Weşanên Lîs
Qonaxek Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê, lêkolîn, çapa yekem 2016, Weşanên Lîs

Wergerên Wî:
Balgîfa Mar, Murathan Mungan, Bijareya Helbestan, (ligel Lal Laleş), 2007, Weşanên Lîs

 

ÎRFAN AMÎDA - Yazarın Kitapları

Kapat