KAWA NEMIR

Helbestkar, wergêr, nivîskar û edîtor. Di 29’ê Gulana sala 1974’an de li Îdirê ji dayîk bû. Li Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Wêjeya Îngilîzî

xwend. Piştî wê, di para Ziman û Wêjeya Yewnanîya Kevin a heman zankoyê de du salan xwend. Edîtorîya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşenê ya çandî, hunerî û wêjeyî kir, di pey re jî, edîtorîya kovara Rewşen-Nameyê. Di sala 2003’yan de weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand. Wî heta roja îro birrek helbestkar, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji wêje û şanoya Îngilîzî,  Emerîkan, Îrlandî û Tirkî kirine malê zimanê Kurdî. Wî bi tenê ji Îngilîzî bo Kurdî nêzîkî 7000 helbest wergerandine Kurmancî.

Berhemên wî:

Helbest:

Selpakfiroş, Çapa Yekem: Gulana 2003’yan, Rewşen-name; Çapa Duyem: Kewçêra 2014’an, Lîs

Bîşenga Deşta Dûr, Lîs, 2006

Salname, Lîs, 2009

Bêdengî û Tiştên Din, Lîs, 2012

Morana Gerdûnê Bayê Labûte, Lîs, 2016

Kurteçîrok:

Çavdêriyên Barbarekî, Lîs, 2011

Werger:

Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, li gel Lal Laleş, Lîs, 2008

The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare, helbest, Lîs, 2010

Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo Kurdî û Îngilîzî, Lîs, 2011

Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs, 2011

Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs, 2011

Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, helbest, 2011

Piling, William Blake, helbest, Lîs, 2013

Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şano, Lîs, 2013

Hamlet, William Shakespeare, şano, Lîs, 2013

Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, Lîs, 2014

KAWA NEMIR - Yazarın Kitapları

Kapat