(1797-1867) • Di sala 1797’an de (di hinek çavkaniyan de 1799 e) li Bazîdê hatiye dinê. Li eynî ciyê dest bi xwendina medreseyê kiriye.  Piştî temamkirina xwendina xwe, çûye Tewrîzê û hînî Farisiyê bûye. Piştre hatiye Bazîdê û li wir dest bi seydatî kiriye. Mele Mehmûdê Bazîdî, bi konsolosê Rûsyayê yê Erziromê rojhilatnas Alexandere Jaba (1803-1894) re gelek xebatên piralî, û hêja dikin. Bazîdî, gelek Kilam, Bêrîte, Gotinên Pêşiyan berhev kir. Mele Mehmûdê Bazîdî, berhema hêja û giranbiha a Ehmedê Xanî Mem û Zînê, ya Selîmê Silêman Yusif û Zuleyxayê, ya Harisê Bedlîsî Leyl û Mecnûnê, ya Feqeyê Teyran Şêxê Sen’an, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş wekî çîrokî nivîsandiye. Bazîdî di sala 1867 ‘an de çû ser dilovaniya xwe.

Berhemen Mele Mehmude Bazîdî yen sereke:

Mem û Zîn (Weşanen Lîs 2007)

Adet u Rusumatnameye Ekradiye (Weşanen Lîs 2010)

Cami’eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimane Kurmancî / (3 Meqale û 40 Çîrok)(Weşanen Lîs 2010)

Wergera Şerefnameya Şerefxane Bedlîsî

Kitaba Tewarîxe Cedîde Kurdistan

Ferhenga Kurdî-Fransizî (Dictionnaire Kurde Francais)

Ferhenga Kurdî ya Diyalekta Hekarî-Rewendî

Rezimane Erebî Bi Zimane Kurdî

 

MELE MEHMÛDÊ BAZÎDÎ - Yazarın Kitapları

Kapat